bab 5

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 6 minutes  224 views

1) le paş ewey cêjnî yehûdîyan bû û yesû’ weser kewt bo urşelîmî.

2) û de urşelîmîda lekin derwazey meřan ḧewzêk heye ke be ’îbranî beyt ḧisda bang dekirê ke pênc heywanî heye.

3) de wanda cem’êkî zor le nexoşan, kwêran, şelan û îflîcan řakşabûn ke çawenořî bizutnî awê bûn.

4) çunke car car melayketêk dehate xwarê dew ḧewzeyda û awî debziwand. we lepaş bizutnî awê her kesêkî ke hewełê wejûr kewt, le her nexoşîyekî ke bîbaye saẍ debû.

5) û pyawêk lewê hebû ke sî û heşt sał nexoş bû.

6) wextêkî yesû’ ewî dî ke kewtuwe û zanî ke elan zor wext lewê bibû, be wî gut: erê detewê ke saẍ bibî?

7) nexoşeke be wî cwabî da: ya řeb, kesim nîye ke wextêkî aw debzutrê emin de ḧewzî bawêjê. beła wextêkî emin dêm, yekêkî dîke le pêş emnida deçête xwarê.

8) yesû’ be wî gut: hełsite doşegî xot hełgire û biřo.

9) û cêbecê ew pyawe saẍ bowe û doşegî xoy hełgirt û řoyî. we ewê řojê şemo bû.

10) leber ewey yehûdîyan bew pyawey ke saẍ bibowe kutyan: şemoye û bo to dirust nîye ke doşegit hełgirî.

11) beła ew be wan cwabî da: ewey ke emnî saẍ kirdewe, her ew be minî gut: doşegî xot hełgire û biřo.

12) û pirsyaryan lê kird: kêye ew pyawe ke be toy gut, hełgire û biřo?

13) beła ewey ke saẍ bibowe neydezanî ke kêye, çunke yesû’ xoy wela kêşa leber ẍełebayî ke dew cêyeyda bû.

14) le paş ewey yesû’ ewî de heykelîda peyda kird û be wî gut: eweta saẍ bûyewe, îdî gunaḧ meke, hetakû çitêkî xiraptirit beser neyê.

15) ew pyawe çû û be yehûdîyanî gut ke yesû’ bû ke ewî saẍ kirdibowe.

16) û leber ewey yehûdîyan be yesû’ ezyetyan da çunke ew çitaney de şemoyda dekird.

17) beła ew be wan cwabî da: babî min heta ewêsta kar deka û emnîş kar dekem.

18) leber ewey yehûdîyan zyatir ḧewlyan deda ke ewî bukuşin çunke ne tenya şemoy deşkand, beła xułay be babî xoşî bang dekird û xoy beraberî xułay dekird.

19) ew demî yesû’ cwabî da û be wanî gut: řastî řastî be engo dełêm: kuř le xoy natwanê çitêkî bika, beła tenya ewey ke debînê ke bab deka. çunke her çî ew deka ew çitey kuřîş deka wekû ewî.

20) çunke bab kuřî deḧubbênê û hemû çitanî ke boxoy deka, be wî nîşan deda. we karanî gewretir le ewane be wî nîşan deda hetakû engo ’ecayb bimênin.

21) çunke çilonêkî bab mirduwan wexeber dênê û zîndûy dekatewe, her waş kuř ewaney ke deyewê zîndûy dekatewe.

22) çunke bab leser hîçkes ḧukim naka, beła hemû ḧukim be kuřî dawe.

23) hetakû hemuwan ḧurmetî kuř bigirin wekû ḧurmetî bab degirin. ewey ke ḧurmetî kuř nagrê, ḧurmetî bab ke ewî narduwe nagrê.

24) řastî řastî be engo dełêm: ewey ke le kelamî min gwê bigrê û îman be wey bênê ke emnî narduwe, jyanî ebedî heye û de ḧukmê nakewê beła le mirdinê bo jyan řabirduwe.

25) řastî řastî be engo dełêm ke se’atêk dê û ewêstaşe ke mirduwan dengî kuřî xułay debyên û ewaney ke debyên dejînewe.

26) çunke çilonêkî bab de xoyda jyanî heye, her waş be kuřî dawe ke jyan de xoyda bibê.

27) û be wî ḧîkmatî dawe ke ḧukmê bika, çunke kuřî însane.

28) le ewey ’ecayb mebin çunke se’atêk dê ke hemuwan ke de qebrandan dengî wî debyên.

29) û weder dekewn ewaney ke çakeyan kirduwe bo qyametî jyanê û ewaney ke xirapeyan kirduwe bo qyametî ’azabê.

30) emin le xom natwanim çitêkî bikem. wekû debyêm wa ḧukim dekem û ḧukmî min ḧeqe çunke emin ḧewlî îradey xom nadem, beła îradey wey ke emnî narduwe.

31) eger emin leser xom şayedî bidem, şayedî min řast nîye.

32) yekêkî dîke heye leser emin şayedî deda û dezanim ke ew şayedey ke ew leser emin şayedî deda, řaste.

33) engo nardûtane kin yuḧenna û ew bo řastî şayedî dawe.

34) emma emin şayedî le însanê qebuł nakem, beła ew çitane dełêm hetakû engo xełas bibin.

35) ew çirayekî hełkiraw û řûnakîdar bû û engo detanwîst ke heta wextêkî de řûnakayî wîda keyfixoşî biken.

36) beła emin şayedî gewretirim heye le ewey î yuḧenna, çunke ew karaney ke bab be minî dawe ke ewane tewaw bikem, ye’nî her ew karaney ke deykem leser emin şayedî deden ke bab emnî narduwe.

37) û bab ke emnî narduwe boxoy şayedî leser emin dawe. dengî wî qet netan bîstuwe û şiklî wîşû nedîwe.

38) û kelamî wî de engoda řagîraw nîye, çunke ewey ke ew nardûye be wî îman nayenin.

39) engo kitêban soraẍ deken çunke engo fikir deken ke de wanda jyanî ebedîw heye û her ewanin ke le ser emin şayedî deden.

40) û engo řazî nîn ke bêne kin emin hetakû jyanû bibê.

41) celal le însanê qebuł nakem.

42) beła engo denasim ke muḧebetî xułay de xotanda nîye.

43) emin be nêwî babî xom hatûm û engo emin qebuł naken. eger yekêkî dîke be nêwî xoy bê, ewî qebuł deken.

44) engo çilon detwanin îman bênin ke le yektirî celal qebuł deken û lew celaley ke le xułay tenyaye ḧewl naden?

45) fikir meken ke emin lekin bab gileyî le engo dekem. yekêk heye ke gileyî le engo deka ye’nî mûsa, ewey ke engo humêdû leser danawe.

46) çunke eger engo be mûsa baweřû kirdibaye be minîşû baweř dekird, çunke ew beḧsî minî nûsîwe.

47) beła eger engo be nûsînanî wî îman nênin, be kelamî min çilon îman dênin?