bab 24

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 6 minutes  244 views

1) beła de řojî hewełî ḧewtiwîda, sibḧeynê zû hatne ser qebrî û ew ’etraney ke ḧazryan kirdibû deyanhêna.

2) û berdekî leser qebrî xillorkiraw peydayan kird.

3) beła wextêkî wejûr kewtin meytî řeb yesû’yan peyda nekird.

4) û bû ke wextêkî ewan leser ew çitey ’ecayb deman, eweta dû kes de cilî birîqedarda lekin ewan řawestabûn.

5) û ke ewan tirsenok bûn û řûy xoyan bo erzê ber dabowe, be wanyan gut: «boçî bo zîndûy lenêw mirduwan ḧewl deden?

6) lêre nîye beła hełsitawetewe. webîrû bênin çilon degeł engo qisey kird, wextêkî hêşta de celîlîda bû.»

7) deygut: «bo kuřî însanî lazme ke be destanî însananî gunaḧkar teslîm bikirê û le sêdarey bidrê û de řojî sêyemda hełbistêtewh.»

8) û qisanî wîyan webîr hatewe.

9) û leser qebrî geřanewe û hemû ew çitaney bew yazdane û be hemû î dîkanyan xeber da.

10) beła miryem megdelî û yunna û miryem daykî ye’qûb bûn û î dîkan degeł ewan, ke ew çitaney be řesułanyan gut.

11) û ew qisane lekin ewan wekû betał dyar bûn û baweřyan be wan nedekird.

12) beła pîtros hełsita û bo ser qebrî lingî da û ke xwar bowe ketananî betenê dî û ço małî xoy û ’ecayb dema leser ew çitey ke bibû.

13) û eweta her dew řojîda dû le wan bo dêyekî şêst tîrhawîştinê dûr le urşelîmî deçûn ke nêwî ’êmawis bû.

14) û ewan degeł yektirî qiseyan dekird beḧsî hemû ew çitaney ke qewma bûn.

15) û bû ke wextêkî ewan pêkewe qise û pirsyaryan dekird, yesû’ boxoy nîzîk bû û degeł ewan deçû.

16) beła çawanî wan gîran hetakû ewî nenasin.

17) û be wanî gut: «ew qisaney ke engo degeł yektirî qisan deken wextêkî deřon çîn?» û řawestan be řûy xemnak.

18) beła yekêk ke nêwî kêlyopas bû cwabî da û be wî gut: «erê her eto tenya, ẍerîb de urşelîmday û ew çitaney ke dew řojanda lewê bûn nazanî?»

19) û be wanî gut: «çitanî çî?» û ewan be wîyan gut: «ew çitaney beḧsî yesû’ nasrî, pyawêkî ke pêẍemberêkî be quwet de ’emel û qiseda le pêş xułay û hemû qewmî bû.

20) û çilon kahînanî gewre û meznanî me ewyan be ḧukmî kuştinî teslîm kird û ewyan le sêdarey da.

21) beła eme be humêd debûyn ke hew bwaye ke deba îsra’îl xełas bika. we bêcge le hemû ew çitaney, ewe řojî sêyeme le ew wextî ke ew çitane bûn.

22) û çend jinanîş le me emeyan de te’ecubî xistuwe ke sibḧeynê zû leser qebrî bûn.

23) û ke meytî wîyan peyda nekird, hatin û deyangut: ke dîtuyekî melayketanîşyan dîbû ke kutyan ke ew zînduwe.

24) û hêndêk le wan ke degeł eme bûn bo ser qebrî çûn û her wekû ew jinaneş kutbûyan peydayan kird, beła ewyan nedî.»

25) û ew be wanî gut: «ey kem ’aqłan û diłgiranan ke baweř biken be hemû çitî ke pêẍemberan kutuyane.

26) erê lazim nebû ke mesîḧ ewane bikêşê û wejûr celalî xoy bikewê?»

27) û destî pê kird le mûsa û le hemû pêẍemberan û ew çitaney beḧsî xoy de hemû kitêbanda bo wan terceme dekird.

28) û nîzîkî ew dêyey bûn ke bo wê deçûn, û ew way dyar kird ke deba dûrtir biçê.

29) û zorîyan lê kird, deyangut: «degeł eme bimêne çunke nîzîkî êwareye û řoj elan direnge.» û wejûr kewt ke degeł ewan bimênê.

30) û bû ke wextêkî ew leser sifrey degeł ewan řonîştibû, nanî hełgirt, mimbarekî kird, letî kird û day be wan.

31) û çawanî wan kiranewe û ewyan nasî, û ew le wan win bû.

32) û be yektiryan degut: «meger diłî me denêw meda ne’esûta wextêkî degeł eme de řêyda qisey dekird û ke kitêbanî bo me dekirdewe?»

33) û her dew se’ateyda hełistan û bo urşelîmî geřanewe û ew yazdane û ewaney ke degeł ewan bûn peydayan kird ke xiř bûnewe.

34) û deyangut: «beřastî řeb hełsitawetewe û be şem’ûnî bîndirawe.»

35) û ewan lew çitaney ke de řêyda bûn xeberyan da û çilon be letkirdinî nanî le wan nasrabowe.

36) û ke ewan lew çitane qiseyan dekird, ew boxoy lenêw ewan řawesta û be wanî gut: «selam ’eleykim.»

37) beła lerzaw û tirsaw bûn û fikiryan dekird ke řuḧêkyan dedî.

38) û ew be wanî gut: «boçî têk deçin û leber çî de diłî engoda fikiranî şik hełdestin?

39) bibînin destan û pêyanî min ke emin boxomim. dest le min biden û bibînin çunke řuḧêk goşt û êskî nîye wekû debînin ke emin heme.»

40) û ke ewey gut, destan û pêyanî be wan nîşan da.

41) û ke ewan hêşta le xoşḧałî baweřyan nedekird û ’ecayb deman be wanî gut: «erê çitêkî xwardinîw heye lêre?»

42) û ewan letêkî masî sûrkiraw be wîyan da.

43) û werîgirt û leber çawî wan xwardî.

44) û be wanî gut: «ewane qisanî minin ke degeł engo qisem kird, wextêkî hêşta degeł engo bûm, lazme ke hemû ew çitaney ke de şerî’etî mûsa û de pêẍemberan û de zebûranda beḧsî min nûsrawin tewaw bibin.»

45) ew demî ’eqłî wanî kirdewe ke kitêban bifamin.

46) û be wanî gut: «weha nûsrawe ke mesîḧ ezyet dekêşê û de řojî sêyemda lenêw mirduwan hełdestêtewe.

47) û ke be nêwî wî tobey bo bexşînî gunaḧan lenêw hemû mîlletan we’iz dekirê, dest pêkirdin le urşelîmî debê.

48) engo şaydanî ew çitane hen.

49) û eweta emin we’dey babî xom leser engo denêrim, beła engo de şarîda řonîşin heta be quwet le biłindî deberkiraw debin.»

50) û ewanî birde derê heta kin beyt ’enya û destanî xoy hełêna û ewanî membarek kird.

51) û bû ke wextêkî ew ewanî membarek dekird, le wan cwê bowe û weser birdira bo asmanê.

52) û ewan sicdeyan lê kird û be xoşḧałîyekî gewre bo urşelîmî geřanewe.

53) û hemîşe de heykelîda bûn û şukirî xułayan dekird.