bab 3
1) beła de sałî pazdeyemî ḧikumetî tîbarîwis qeyserda, wextêkî pontîwis ḧakmî yehûdîye bû û hîrodîs têtrarkî celîlî bû û biray wî fîlpos têtrarkî îturye û wiłatî tiraxunîtis û lîsanyûs têtrarkî ebîlînî bû.
2) de wextî kahînêtî gewrey ḧenna û qyafada, kelamî xułay hat leser yuḧenna kuřî zekerya de çołîda.
3) û hat de hemû wiłatî dewrey urdinda û te’mîdî tobey bo bexşînî gunaḧan we’iz dekird.
4) çilonêkî nûsrawe de kitêbî qisanî eş’ya pêẍemberda; dengî bangikerêkî de çołîda dełê: «řêy řeb ḧazir biken û cadanî wî řast biken.»
5) hemû doł piř dekirê û hemû kêw û tepolke nwê dekirê û xwaran řast debin û kend û kiloyan bû řêyanî saf.
6) û hemû kes xełasî xułay debînê.
7) ew demî be cema’etanî ke weder dekewtin ke le ewî te’mîd bikirên, kutî: «ey ewladî maran, kê be engoy nîşan da ke hełbên le ew ẍezebey ke dê.
8) dena mîwey layqî tobey bênin! we dest pê meken ke de xotanda biłên: eme îbrahîmman heye bo bab, çunke be engo dełêm: ke xuła detwanê le ew berdane mindałan bo îbrahîmî hełbistênê.
9) û elanîş bêwir le kin řegî daran dandirawe. dena her darêkî ke mîwey çak nayenê debřidirê û de awrî dawêjrê.»
10) û cema’etan le wîyan pirsî deyangut: «dena çî bikeyn?»
11) beła cwabî da û be wanî gut: «ewey ke dû kirasî heye ba beşî bika degeł ewey ke nyetî û ewey ke xorakî heye ba waş bika.»
12) û řadaranîş hatin ke te’mîd bikirên û be wîyan gut: «ey mamosta çî bikeyn?»
13) û be wanî gut: «pitir le ewey ke bo engo qerar kirawe mestênin.»
14) û ’eskeranîş le wîyan pirsî, deyangut: «emeş çî bikeyn?» û be wanî gut: «zułmê le kes meken û şiłtaẍ meken û be mewacbî xotan řazî bin.»
15) û ke qewm çawenoř debûn û hemuwan de diłî xoyanda der ḧeqî yuḧenna fikiryan dekirdewe eger ew mesîḧ bê, yan ne.
16) yuḧenna cwabî da û be hemuwanî gut: «emin engo be awê te’mîd dekem beła ewey ke le min be quwettire dê ke emin layq nîm ke bendî kewşî wî bikemewe. we engo be řuḧulqidus û awir te’mîd deka.
17) ke bêjnigî de destî xoydaye hetakû coxînî xoy pak bika û genmî de embarî xoyda xiř bika, beła kake desûtênê be awrêkî ke nakujêtewe.»
18) û be zor çitanî dîkeş nesîḧetî deda û bo qewmî we’iz dekird.
19) beła hêrodês têtrark ke le wî zem kirabû leber hîrodya jinî biray xoy û leber hemû xirapey ke hêrodês kirdibûy.
20) ewîşî leser hemû zyad kird ke yuḧennay de bendîxaneyda ḧebis kird.
21) û bû ke wextêkî hemû qewm te’mîd kiran, yesû’îş te’mîd kira. we ke du’ay dekird asman awałe bowe.
22) û řuḧulqidus be şiklêkî cismanî wekû kotrêk hate xwarê ser ewî û dengêk le asmanî hat: «eto kuřî xoşewîstî minî, le to xoşḧałim.»
23) û yesû’ boxoy beqed sî sał bû wextêkî destî pê kird û wekû fikir dekira kuřî yusif bû; ew î hêlî.
24) ew î mettatî, ew î lawî, ew î melkî, ew î yennay, ew î yusfî.
25) ew î mettatyay, ew î amusî, ew î naḧumî, ew î ḧêslî, ew î neggay.
26) ew î matî, ew î mettatyay, ew î şêm’î, ew î yoskî, ew î yuday.
27) ew î yuḧennay, ew î řêsay, ew î zêrobabêlî, ew î şê’etî’îlî, ew î nêrî.
28) ew î melkî, ew î edî, ew î qosamî, ew î êlmadamî, ew î ’îrî.
29) ew î yêsusî, ew î îl’azerî, ew î yorîmî, ew î mettatî, ew î lawî.
30) ew î şem’ûnî, ew î yehûday, ew î yusfî, ew î yonamî, ew î îlyaqîmî.
31) ew î mêlyay, ew î mênnay, ew î mettatay, ew î natanî, ew î dawwidî.
32) ew î yêssay, ew î yobêdî, ew î bu’ezî, ew î şalḧî, ew î neḧşonî.
33) ew î ’emînadabî, ew î edmînî, ew î arnî, ew î ḧêsrumî, ew î farêsî, ew î yehûday.
34) ew î ye’qûbî, ew î îsḧaqî, ew î îbrahîmî, ew î têraḧî, ew î naḧorî.
35) ew î sêrugî, ew î řê’wî, ew î fêlêgî, ew î ’êbrî, ew î şalḧî.
36) ew î qînanî, ew î erfakşadî, ew î samî, ew î nuḧî, ew î lamêkî.
37) ew î mêtuşalḧî, ew î xinoxî, ew î yarêdî, ew î mehelli’îlî, ew î qînamî.
38) ew î enuşî, ew î şîtî, ew î ademî, ew î xułay.