bab 10

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 7 minutes  266 views

1) û le ewê hełsita û hate serḧedî yehudîye û ewlay urdin û xełkî dîsan lekin ewî xiř bûnewe û wekû ’adetî bû dîsan ewanî te’lîm deda.

2) û firîsyan hatne kin ewî û lêyan pirsî hetakû tecrebey biken; «erê diruste ke pyaw jinî xoy berełła bika?»

3) beła ew cwabî da û bewanî gut: «mûsa be engo çî emrî kirduwe?»

4) û ewan kutyan: «mûsa îznî da ke tełaqname binûsrê û berełła bikirê.»

5) û yesû’ bewanî gut: «leber diłřeqî engo ew ḧukmey bo engo nûsî.

6) beła le hewełî xełqkirdnê, xuła ewanî nêr û mê dirust kird.

7) leber ewey pyaw, bab û daykî xoy becê dêłê û degeł jinî xoy cût debê.

8) û ew dwane debne yek beden û weha ke îdî dû nîn beła yek beden.

9) dena ewey ke xuła cûtî kirduwe be însan cwê nakatewe.»

10) û de małêda dîsan şagirdan lêyan pirsî le ew çitey.

11) be wanî gut: «her kes ke jinî xoy berełła bika û yekî dîke mare bika, zîddî wî zînaḧ deka.

12) û eger jinêk mêrdî xoy berełła bika û mêrdêkî dîke bika, zînaḧ deka.

13) û mindałanyan hêna kin ewî ke destî lewan bida. beła şagirdan le wan tund bûn.

14) beła wextêkî yesû’ ewî dî naqayl bû û be wanî gut: «le mindałan geřên ke bêne kin emin û men’yan meken çunke padşayetî xułay î ew terzaneye.

15) řastî be engo dełêm: her kes ke wekû mindałêk padşayetî xułay qebuł neka qet wejûr ewî nakewê.»

16) û ewanî de baweş girt, destanî leser ewan dana û ewanî mimbarek kird.

17) û ke weder dekewt de řêyda yekêk lingî da kin ewî û çokî le pêş dada û lêy pirsî: «ey mamostay çak, çî bikem ke jyanî ebedî mîrat bigirim?»

18) beła yesû’ be wî gut: «boçî be min dełêy çak, hîçkes çak nîye, bêcge le yekêk ye’nî xuła.

19) ḧukman dezanî? qetłê meke, zînaḧê meke, dizî meke, şayedî be diro mede, hełmefrîwêne, ḧurmetî bab û daykî xot bigre.»

20) beła ew be wî gut: «ey mamosta ewanem hemû le ciḧêłîyewe řagirtuwe.»

21) û yesû’ temaşay wî kird, ewî xoş wîst û be wî gut: «çitêkit keme, biřo û her çî ke hete bifroşe û be feqîranî bide û xezîneyekit de asmanda debê û were wedway min bikewe.»

22) beła ew be xefet bû leser ew qisey û be xemnakî řoyî çunke małî zorî bû.

23) û ke yesû’ temaşay dewrendewrî kird, be şagirdanî xoy gut: «çend zeḧmete bo wan ke dewłetyan heye ke wejûr padşayetî xułay bikewn.»

24) û şagirdan leser qisanî wî te’ecub man, beła yesû’ dîsan cwabî da û be wanî gut: «ey mindałîne! çend zeḧmete ke wejûr padşayetî xułay bikewê.

25) hasantire ke wiştirêk be kunî derzî têwe biçê le wey ke dewłemendêk wejûr padşayetî xułay bikewê.»

26) beła ewan zyatir ’ecayb man û be yektiryan gut: «dena kê detwanê xełas bibê?»

27) yesû’ temaşay wanî kird û kutî: «le kin xełkî namumkîne beła le kin xułay ne, çunke hemû çit le kin xułay mumkîne.»

28) pîtros destî pê kird ke be wî biłê: «eweta eme hemû çitman becê hêştuwe û wedway to kewtûyn.»

29) yesû’ kutî řastî be engo dełêm: «hîçkes leber xatrî min û leber xatrî încîlî becê nehêştuwe mał yan birayan, yan xuşkan, yan bab, yan dayk, yan ewlad yan zewîyan.

30) meger ke werdegrê sed ewende elan dew zemaneyda, małan û birayan û xuşkan û daykan û ewladan û zewîyan degeł zeḧmetan û dew dinyayey ke dê jyanî ebedî.

31) beła zoran ke hewełn debne axîr û axîran heweł.»

32) û de řêyda bûn û weser dekewtin bo urşelîmî û yesû’ le pêş ewan deřoyî û ’ecayb man û ewaney ke wedway dekewtin detirsan. we dîsan ew dwazdaney hełgirt û destî pê kird ke be wan biłê lew çitaney ke beser ewî dên.

33) «eweta weser dekewîn bo urşelîmî û kuřî însanî teslîm be kahînanî gewre û xwêndewaran dekirê û ḧukmê leser ewî be mirdin deken û ewî be bitperistan teslîm deken.

34) û gepî pê deden û tifî lê deken û qamçî lê deden û deykujin û le paş sê řojan hełdestêtewe.»

35) û ye’qub û yuḧenna kuřanî zebdî hatne kin ewî û be wîyan gut: «ey mamosta, demanewê ke bo me bikey her çî ke eme lêt tełeb dekeyn.»

36) beła ew be wanî gut: «çû dewê ke bo engo bikem?»

37) û ewan be wîyan gut: «bimandeye ke yekêk řobnîşîn le řastî û yekêk le çepî to de celalî xotda.»

38) beła yesû’ be wanî gut: «nazanin çî tełeb deken, erê detwanin ew pyałey bixonewe ke emin deyxomewe yan te’mîd bikirên bew te’mîdey ke emin pêy te’mîd dekirêm?»

39) û ewan be wîyan gut: detwanîn, beła yesû’ be wanî gut: «ew pyałey ke emin deyxomewe, deyxonewe û bew te’mîdey ke emin pêy te’mîd dekirêm te’mîd dekirên.

40) beła řonîştin le lay řastî yan çepî min, ew îmin nîye ke bîdem, beła bo ewane ke bo wan ḧazir kirawe.»

41) û ke ew deyane bîstyan, leser ye’qub û yuḧenna destyan pê kird ke naqayl bibin.

42) û yesû’ ewanî bang kirde kin xoy û be wanî gut: «engo dezanin ke ewaney ke be meznanî mîlletan ḧîsab dekirên ḧîkmatî leser ewan deken û gewrekanî wan destełatyan leser ewan heye.

43) emma lenêw engo wa nabê; beła her kes ke byewê lenêw engo gewre bibê, xizmetkarî engo debî.

44) û her kes ke byewê lenêw engo heweł bê, ’ebdî hemuwan debê.

45) çunke kuřî însanîş nehatuwe ke xizmet bikirê, beła ke xizmet bika û ke gyanî xoy bida bo bedełîy zoran.

46) û hatne yerîxo û ke degeł şagirdanî xoy û xełkêkî zor le yerîxoy weder kewt, bêrtîmay kuřî tîmay, swałkerêkî kwêr leser řêy řonîştibû.

47) û ke bîstî ke yesû’ nasrye, destî pê kird ke biqîjênê û biłê: «ya yesû’, kuřî dawud, řeḧmê be min bike.»

48) û zoran, le wî tund bûn ke bêdeng bê, beła ew her pitir qîjandî: «ya kuřî dawud, řeḧmê be min biken.»

49) û yesû’ řawesta û kutî: «bangî biken.» û ew kwêreyan bang kird û be wîyan gut: «be ẍîret be. hełsite, bangit deka.»

50) û cubbî xoy fiřê da, hełsita û hate kin yesû’.

51) û yesû’ be wî cwabî da û kutî: «çit dewê ke bo tu bikem?» û ew kwêre be wî gut: «ya řeb! ke bibînim.»

52) û yesû’ be wî gut: «biřo, îmanî to, etoy xełas kirduwe.» û cêbecê dîtî û wedway wî kewt de řêyda.