bab 6

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 7 minutes  294 views

1) û le ewê weder kewt û hate wetenî xoy û şagirdanî wî wedway kewtin.

2) û ke şemo dahat, destî pê kird ke te’lîm bida de kenêştîda û zoran ke bîstyan ’ecayb man deyangut: «ewe ewaney le kwê buwe û çî ḧîkmatêke ke be wî dirawe? we ew quwetaney ke be destî wî dekirên!

3) meger ewe neccar kuřî miryem û biray ye’qub û yusî û yehuda û şem’unî nîye? we erê xuşkanî wî lêre lekin eme nîn?» û le wî hełdengutran.

4) û yesû’ be wanî gut: «pêẍemberêk bê qedir nîye meger de wetenî xoy û lenêw xizmanî xoy û de małî xoyda.»

5) û neydetwanî lewê hîç quwetêkî bika bêcge le wey ke  destî leser çend nexoşan dana û saẍî kirdinewe.

6) û ’ecayb ma le bê îmanî wan û de dêyanî dewrendewr degeřa û te’lîmî deda.

7) û ew dwazdaney bang kird û destî pê kird ke ewanî binêrê cût cût û ḧîkmatî leser řuḧanî pîs be wan da.

8) û be wanî espard ke çitêk bo řêy hełnegirin bêcge le ’esayek tenya, ne turbîn, ne nan û ne diraw de piştêndîda.

9) beła kałan de pê kiraw û dû kirasan deber meken.

10) û be wanî gut: «her cêyekî ke wejûr małêkî dekewn lewê bimênin heta le ewê weder dekewn.

11) û her cêyekî ke engo qebuł neken û gwê le engo negirin, wextêkî le ewê weder dekewn, tozî lebin pêyanî xotan bitekênin bo şayedî leser ewan.»

12) û weder kewtin û we’zyan dekird ke tobey biken.

13) û cînnanî zoryan der dekird û zor nexoşanyan be řonî çewr dekird û saẍyan dekirdinewe.

14) û hêrodês padşa bîstî- çunke nêwî wî meşhûr bû- û kutî yuḧenna te’mîdder lenêw mirduwan hełstandrawetewe leber ewey ew quwetane de wîda kar deken.

15) hêndêk kutyan ke îlyase û î dîkanê kutyan ke pêẍemberêke wekû yekêk le pêẍemberan.

16) beła wextêkî hêrodês bîstî kutî yuḧenna ke emin bê serim kird ewe hełsitawetewe.

17) çunke hêrodês boxoy nardibûy, yuḧennay girt û de bendîxaneyda bestî bo xatrî hêrodya jinî fîlpos biray xoy.

18) çunke yuḧenna be hêrodêsî gut: «bo tu dirust nîye ke jinî biray xot bênî.»

19) hêrodya ẍerezî lê bû û temay bû ke bîkujê û neydetwanî.

20) çunke hêrodîs le yuḧenna detirsa. be pyawêkî sadiq û muqedesî dezanî û deyparazit. we ke bîstî, le zor çitanî be şik bû û be xoşî gwêy le wî degirt.

21) û řojêkî minasb bû ke hêrodês mîmanîyekî de be weledbûnî xoyda bo meznanî xoy û serkirdan û maqułanî celîlî dirust kird.

22) û ke kiçî hêrodya hate jûrê û semay kird, hêrodêsî xoşḧał kird û ewaney ke degeł ewî řonîştibûn. we padşa be kiçekey gut: her çit dewê le min tełeb bike û detdemê.

23) û swêndî bo wî xward her çî le min tełeb bikey detdemê heta nîwey padşayetîm.

24) û ço derê û be daykî xoy gut: «çî tełeb bikem?» û ew kutî: «serî yuḧenna te’mîdder.»

25) û zû ço jûrê be tałûke bo kin padşay, tełebî kird û kutî: «demewê ke her ewêsta serî yuḧenna te’mîdder leser tebeqêkî be min bidey.»

26) û padşa zor xemnak bû, beła leber swêndan û ewaney ke degełî leser sifrey řonîştibûn neywîst ředî bikatewe.

27) û cêbecê padşa celladî nard û emrî kird ke serî wî bênê.

28) û řoy û serî de bendîxaneyda biřî û serî wî hêna leser tebeqêkî û day be kiçekey û kiçeke day be daykî xoy.

29) û ke şagirdanî wî bîstyan, hatin û meytî wîyan hełgirt û de qebrêkyan na.

30) û řesułan lekin yesû’ xiř bûnewe û xeberyan be wî da le hemû çitêk, her çî ke kirdibûyan û her çî ke te’lîmyan dabû.

31) û ew bewanî gut: «werin engo boxotan betenê bo cêyekî çoł û kemêk biḧesênewe», çunke ewaney ke dehatin û deçûn zor bûn û fuřsetî xwardinîşyan nebû.

32) û be gemê bo cêyekî çoł betenê çûn.

33) û ke deřoyn xełkî ewanyan dî û zoran ewyan nasî û le hemû şaran be pêyan pêkewe lingyan deda bo ew cêy û wepêş ewan kewtin.

34) û ke yesû’ weder kewt cem’êkî zorî dî û řeḧmî be wan dahat çunke wekû meřan bûn ke şwanyan nebê û destî pê kird ke ewanî zor çitanî te’lîm bida.

35) û ke řoj elan direng bû, şagirdanî wî hatne kinî û kutyan: «cêke çole û řoj elan direnge.»

36) merexesyan bike hetakû bo mezrayan û dêyanî dewrendewr biçin û çitêkî bo xoyan bikiřn ke bîxon.

37) beła ew cwabî da û be wanî gut: «engo bewan biden ke bixon.» û be wîyan gut: «meger biçîn û qîmetî dû sed dînar nan bikřîn û be wanî bideyn ke bîxon?»

38) beła ew be wanî gut: hiçend nanû heye? biřon û bibînin.» û ke zanyan kutyan: «pênc û dû masî.»

39) û be wanî emir kird ke hemuwan deste deste leser gyay şîn řobnîşênin.

40) û řonîştin komełe komełe, sed sed û pînca pînca.

41) û ew nanane û dû masyaney hełgirt, řûy de asmanê kird, mimbarekî kird û nanekanî let kird û day be şagirdan ke le pêş ewan dabnên, û ew dû masyaney bo hemuwan beş kird.

42) û hemûyan xwardyan û têr bûn.

43) û le letkan dwazde qirtałey piřyan heł girtewe û le masyanîş.

44) û ewaney ke lew naneyan xwardibû pênc hezar pyaw bûn.

45) û cêbecê şagirdanî xoy mecbûr kird ke wejûr gemê bikewn û lepêş biçin bo ew berî bo beyt seyda; heta boxoy xełkî murexes bika.

46) û ke ewanî murexes kirdibû, ço ser kêwêkî ke du’a bika.

47) û ke êware dehat, gemê de nêweřastî beḧrêda bû û ew leser wişkî betenê.

48) û ewanî dî ke de zeḧmetda bûn le sewłey, çunke ba zîddî wan bû. we nîzîkî nobey çwaremî şewê hate kin ewan leser beḧrê degeřa û temay bû ke lewan têpeřê.

49) beła wextêkî ke ewyan dî leser beḧrê degeřa fikiryan kird ke ẍeybîye û qîjandyan.

50) çunke hemû ewyan dî û têk çûn. we cêbecê ewanî dwand û be wanî gut: «be ẍîret bin, emnim metirsên.»

51) û weser kewte kin ewan de gemêda û bake aram bû û de xoyanda mat man le ḧed beder.

52) çunke le nanan tê negeybûn, beła diłyan ẍelîz bû.

53) û ke peřînewe ser erzî hatne ginîsarit û řayangirt.

54) û ke le gemê weder kewtin cêbecê ewyan nasî.

55) û lingyan da dewrendewr de hemû ew wiłateyda û destyan pê kird ke nexoşan leser textan hełgirin bo ew cêy ke deyanbîst ke ew lewêye.

56) û her cêyekî de dêyan yan de şaran yan de mezrayanda deçû; nexoşanyan de meydananda dadena û tełebyan lê dekird ke destî lê biden eger çî dawênî cilîşî bê. we her kamêkî ke destyan lêda saẍ bûnewe.