gułî hîwa

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 1 minutes  2587 views
exter kiçî kurdî çawmest!
îlham bexşî şê’rî piř hest!
ey pêşmergey mîllet perest
ke dîtmî tifeng bedest
zanîm gułî hîwa pişkût
beyanî azadî engût
exter pêşmergey kołneder!
exter ey gułî nêw senger!
xwênit detkê le dimî xencer
degrî berî hêrşî esker
sêret girt bewçawe cwane
le kelekey em bîjwane
şeqit hełda le zêř û cil
tûřit dawe kildan û kil
tundit kirduwe piştênî şil
fîşekdanit kirdote mil
pisandit bazne û pawane
destit da tifeng pyawane
nařêjî çaw, sûr nakey lêw
şane nakey biskî peşêw
yekcarî fiřêt da çarşêw
ewe řût kirde çiř û kêw
debřî cergî dujminî zoł
besernîze nek be mijoł