giłêney şa’îr

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 1 minutes  2001 views
eger xermanî ’umirim êstekane pakî ba bîba
be mergî to miçuřkîşim be diłda naye, ba bîba
huner ger xoy perêşanî nebaye lem wiłateyda
beşî min bo debû çareřeşî û xanexerabî ba
le kwê ḧałî min û to wa debû ey xoperist êsta
eger dinya usûl û qa’îde û nezim û ḧîsabî ba
be camê bade têr nabim, eger meylit heye saqî
giłêney xom denêrme xizmetit, bom têke ta bîba
weber min nayełê lêreş mey û saqî cenabî şêx
dena lewla şerab û ḧorî ba her bo cenabî ba
hemû ’umrî ebed têyda nîye xoşî demêk mestî
xidir awî ḧeyatî bo çi bû? fêrî şerabî ba