(...)

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  449 views
diłim wek hêlaney bałindey azare
tyaya her nałe û cirîwe û haware
diłim wek şimşałî şwanêkî bê nawe
le çyay xemêkî gerdenkeş gîrsawe
em diłe, em pile goşte piř le řaze
nazanim bo le geł şadya nasaze
xem nebê dinyayek natwanê bîdwênê
pawane û, ẍerîbe, şeqłekey naşkênê
em diłe, em kone şimşałe piř soze
hêlaney xemajoy ’eşqêkî pîroze
gîrodey ewîne lêgeřên ba tenya
piř bikat le hawar seranser em dinya
em diłe, ewende kewtote ber pilar
kun kune be nîşî xencerî řojgar
be qamkî xem nebê hergîz em şimşałe
besteyek nabêjê naxroşê be nałe