heta lûtke çendî mawe?

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 3 minutes  501 views
danamirkê
heta diłî her zyad eka
giř û giłpey řoḧî yaxî bûy eşqyam!
řameweste, biřu le lam
ba tawanî min toş negrê
kewtûme ber tûke şeqî çarenûs û
wek goyekey sergerdanî gořepanî nefretî xwam!
jyanim lê weřez buwe
zewî le jêr giranî leşma enałênê
çawî řoj le ḧand sîmay min hełnayê
min çolekey bałişkawî werzî řeşî gerdelûlim
řoḧim legeł aramişda,
le zewî ta asman dûre...
diłim piře le hawar û gwêçkey gerdûn
le beramber pařanewem kip û keře
lêm nabîsê sikałayê
asmanî min nizim û newî
serim ta bin mîçî dega
hewrêkî řeş ser ta pamî dapoşîwe
aso ta aso tarîke
tenya řêgey ber hengawim
le xomewe dest pêdeka û
dega be hełdêrî řoḧim
çi astengêkî barîke
aso ta aso tarîke
baran... baran, baranî řeş
yaẍir yaẍir debarêt û teřim deka û namşiwatewe!
le naw tof û kiřêwey werzî şextebendî temenda
řeq hełatûm!
bu kwê deřom?
nazanim le kwêwe hatûm?
şêrebefrîney destikerdî mindałanî çarenûsim
řuj wek ejdîhay efsane
lûşim deka û demxiwatewe!
heta lûtke çendî mawe?
ey xwa gewre û biçûkekanî serdemî wîjdan topîw
«culcuta»y min leser dundî kam kwêstane
be endazey hezar ’îsay nasrî le xaç dirawim
yehûdakan lew dîw perçînî maçewe
be sakarî řoḧî mandûm gałte eken
ey xwa gewre û biçûkekanî serdemî wîjdan topîw
heta lûtke çendî mawe?!
mehêłn, me...
emcare ke geyştime lûtke,
berdî gyanim berbêtewe
min namewê em zewîne piř tawane le jêr pêma bixulêtewe
axir meger nazanin min
sałgarêke gaşe berdekey «sîzif»m le koł nawe?
heta lûtke çendî mawe?
řaste, min bûm le agirdanekey êwe
awrim dizî bo mirov û
le meşẍełdanî řuḧî xom
tîşk û řûnakîm dabeş kird
gunahim kird!
boye êsta le tarawgey hełemûtim!
awrekeyan berdayewe le gyanî xom
temaşam ken, çon esûtim?
řizgarim ken...
le çwar mêxeyan kêşawim
hemû şewê be jarî jîn
deştî gyanim ajîn eken
em moteke swarî řoḧî mandûm buwe û danabezê!
asman bêzû be xwên eka
her dał ezê!
her dał dên û cergim dexon
em asmane her dał ezê!
her dał ezê!
axo gułî şoranî le kam kwêstane?
kwêstan nema berd be berdî
bexwênî xom neşormewe!
her deřom û nagem be ew nawnîşaney
«şoře xezał» boy danawim!
her eřom û zam le ser zam
leser sîng û diłim deřwê
gułî hezar hezar ’ezret
le kwêstanî diłma pişkût
řêgey geřaneweş nîye
pirdekanî piştî serim gişt řûxawin
hewarekey «xatû xezał»yişyan kirde qerebrût!
heta lûtke çendî mawe?
ey xwa gewre û biçûkekanî serdemî wîjdan topîw!
heta lûtke çendî mawe?
ey min ta êsta çon mawim?!