cerde hatin

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  626 views
hawarim kird:
le xew řabin
cerde diłî şarî kirojî
gwêtan neda
çawtan le naw şewareda
pitir qûçan
gwanî şewtan le dem nabû
şîrî tarîkîtan emjî!
cerde hatin, cerde hatin!
gencînekanyan tałan kird
xwêyan kirde řûbarekan
îsk û pirûskî şaryan şikan!
le jêr tewjimî postała
henaseyan le nêw sîngitana ḧepsan
tenanet ax...
defrî şewyan
le estêre û mang datekan!