seferêkî nehat

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  470 views
berew kwêstan ehatmewe
cantam piř bû le awat û ḧez û tase
hênde tînû
hênde tamezroy dîdar bûm
demwîst befrî sałî nehat
bitwênmewe be henase!
bo lay kałê ehatmewe
’eşqî qełay berzî hest û
diłî minîş kotre bircîley małî bû
kałê řoḧî sewzî deşt û
çawî gund û
hêzî ’eşq û
gewretir le «’enber xatûnî» «mewlana» û
cwantir le «xatû ḧebîbe»y dîwanî şî’rî «nalî» bû!
dêr hatmewe, dêr hatmewe!
kwêstan çoł bû...
çawî asman, lêł eyřiwanî
cêjwanekey caran bonî
xemêkî zerdî lê ehat!
piř le çiqił û xak û xoł bû!
îtir dinya řeş enwênê
le naw diłma kewî tenyay şî’ir diłteng
diłteng, diłtengitir le kwêstan
syawçemaney firmêsk û xwên eçrîkênê