gaznide 2

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 3 minutes  407 views
dîsan kirmî buxtankerî nêw mobalî demtan kewte merge nûze
êwe çîn min bitandiwênim
hênde çûken
tenanet be mêrûletan naşubhênim
min şa’îrî diłî xomim
çîtan dewê bermawxoran
bo çeqotan hełgirtuwe
sîngî şî’rekanim bidiřn!
agadar bin, lem bêşeda şêr xewtuwe
kem wek dałaş
be ser cestey mandûy xemřêjmida bifiřn
êwe çîn min bitandiwênim
min darêkî bałaberzim
gerçî tûşî mergesatî werzî řeşim
bełam hergîz
serim bo çî darkunkerî dinya heye dananwênim
wekû tane kewtûme ser gilêney çawtan
hatûçom wek xencerêke
řo deçête derûn û qûlayî hest û henawtan!
êwe çiqiłn
sîley řêgey cêjwan egirin
êwe bekirî mergeweřn
hest û řoḧî ewîndaran birîndar eken
bêjge xotan kes nanasin
le nêwanî guł û diłda wek lempeřn
min şa’îrî diłî xomim
min her awaz bo xom û bo diłdarekey xom exwênim
miştê xakî deştî ’eşqim,
bełam le astî êweda
lûtkem, lûtke!
êwey tełxek le binarma wek çeqoy kul
bo řûxanî bałay berzim
berdî xaraw hełdekołn
minî lûtkeş pêdekenêm
hênde çûken
ḧeyam deçê bitandiwênim.
temaşa ken...
wêřay deyan car kewtin û hestanewe
min her xomim
wek caranî xom enwênim
êweş her xotan asayî
wekû kirim, bê dest û pa
jiłîwetan dê be naw yeka
berew lûtke tif eken û cinêw eden
minîş le ew berzanewe
her burkan û bûmelerze dexułqênim
hênde çûken
ḧeyam deçê bitandiwênim
çîtan dewê?
boçî hênde řoḧî mandûm azar deden?
nîgayekî řoḧî pîsî xotan biken
derdî min û derdî êwe cyawaze
şerafetî derdêkî xom
be gişt jîn û mał û ḧałtan nagořmewe
derdî min derdî însane
derdî êweş zor gewreye
bełam heta lay guntane!
qełemêkî tîj û tûřem
xotan le min biparêzin
dêř be dêřî namîlkey jîntan dezanim
min wek êwe xom le piştî awênewe naşarmewe
kanîyekî ber tirîfey mangeşewm
sakar û řûn wek asmanim
min gułêkim
بتانەûەێ û netanewê
lem şorekate řwawim
êwey diřkîş...
řeq û kîney hemû dinya ko kenewe
 
diłnyabin... destan naga
be tiropkî berzî nawim!
êwe çîn min bitandiwênim
min şa’îrî diłî xomim
min her awaz bo xom û bo diłdarekey xom dexwênim.