leser şanoy birakujî

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  520 views
biřyar wabû
aktorekan
bepêy şano, leser mîrat
yektir bikujin!
maweyek bû
hemû şewê
karesatî birakujî
dûpat ebû!
pałewanî şano hesta
be pêçewaney řîjîsor
berewlay çep kewte řêge!
hawaryan kird...
şanonameke têk mede
berewlay řast bigeřêwe
le piştewe pelamarî biraket be!
pałewanî şano bełam
destî daye tifengekey
bedest û bird
mawey niqey be kes neda
berew şanonûs û kargêř
desřêjî kird.