çarenûsî şa’îr

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 2 minutes  3597 views
behar bû fesłî zistanim, eger yarim legeł baye
diroye ger gutûyane be xunçêkî behar naye
le baranê mepirse ta hewr bigrê berî řojê
debê bigrîm heta řûy to le jêr çarşyoy řeşdaye
henasem ladeda çarşêw û řûbendî řeşt axir
hewr herçende piř bê kwa ḧerîfî qudretî baye?
lejêr sayey biroketda ḧukmiřanî deka çawit
le sayey dûxî şimşîre ke ḧakim ḧukmî îcraye
leser befrê bekar naye wekû bîstûme dawî řeş
leser kułmet edî bo diłgire ew biske tataye?
huner natwanê cwanî to be hîç şêwêkî binwênê
le meřmeř çon detaşrê heykelî em bejin û bałaye?
beřîşî bozewe sucdey debem min bo cemałî to
edî boçî deyangut dar ke pîr bû taze danaye?
bizet nayête ser lêw û bezet naye be ḧałimda
egerçî zor le mêjsałe le dût dexşêm wekû saye
dezanî bo çî min hênde perêşan û xefetbarim
le bazařî jyan ẍeyrî huner nîme çi sermaye
be tûtûş tûşî mekteb bo dehatim min ke zanîbam
xefet, meynet, keser, ḧesret, beşî însanî zanaye
legeł çareřeşî û dûrebeşî û negbet debê hełkem
lemêje çarenûsî şa’îranî kurdî her waye