karte postał

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  463 views
hevałekan!
witim pîroz bayîtan lê bikem
behar dêt û
şî’rêk taze bihonmewe
bo kurdistan!
witim be cwantirîn wişe
newroz bikem be milwank
bo gerdinî berzî kwêstan!
zor hewłimda
botan biłêm şê’rêkî teř
hezar wişem řist kird û her
nehate ber!
penam birde ber pîkaso
girînîkay bom řesim kird û witî hanê
witim lorka ey to, witî:
şî’rekanim
le kastîla becêmawin
řêga naden gurgekanî
witim be haykoy japonî
erkî şanim becê bênim
hîroşîma giřî girt û
wişey hayko bû be firmêsk
řijaye nêw gomî xwênim!
hevałekan!
řaste behar cwan û şenge
newroz cêjnêkî taybetî gelî kurde
lêm bibûrin
pîroz bayîtan lê nakem
çun nawêrim.
bełam karte postałêkî hełebcetan bo denêrim.