kudeta

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  405 views
cade piştî çemandewe
sîgnałî ejdîhay sefer
nałandî û tenyayîmî lawandewe
destî hanî xoşewîstim
destî girtim...
witî: pêm de yadgarê
destim naye serî sîngim
- nemdawe pêt meger gułim?
witî: kwanê?
witim: diłim!
witî: ewe deyan sałe le lam daye
witim: hanê gyanîş legeł xota bibe!
gyanim bû be sê bałindey laney ewîn
legeł diłdara hełfiřîn!
ax!
ger bom bilwê
le ser nexşey wiłatekan
hemû cade û şeqamekan desřimewe
îznî koç û sefer nadem
em yasaye diłtezêne
be kûdetay ewîndaran
le cîhana debřimewe!