çawî gurg

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  442 views
ke xom nasî
dinya şew bû
şewêkî çiř, tarîk... tarîk!
tîşkêkî dûr
le ewpeřî asoy dûrî jyanmewe
wekû meşxeł dagîrsabû
bełam řêga
piř le kosp û kendełan bû
astengêkî dûr û barîk!
tîşkî hîwa girşey ehat
bo lay xoy bangî ekirdim
řaydekêşam
hêzî eda be hengawim
bîr û endêşey ebirdim!
sałehay sał
be qed sałekanî ’umirim
řêgam biřî
goçanî asnim şikand
sed pêławî połam diřî
her hengawê, zamêkî qûł
řêga hemû jan û biřk bû
hêzî hîwa berew amancî ebirdim
geyştim û dił piř leḧez, awat, tase
le xwên gewzaw
mandû, bê hêz
ejno şikaw
amêzim bo tîşk kirdewe
bełam efsûs, efsûs, efsûs
ew meşxełe çawî gurg bû!