gaznide

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  490 views
lêtan tûřem
legełtana
yekřeng jyam
be şadîtan şad ebûm û
le matemtana egryam!
bełam katê
qułpey giryan
ewkî heniskî pêgirtim
êwe kirditan be şayloẍan
êstaş
diłe sakarekem negořawe
her wek diłekey carane
herçend tûřem
piř le xoşewîstîtane