bosey ewîn

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  717 views
çawe çaw meke
asoy jîn teme
be mijêkî xest
řêge û der û ban, gişt dapoşrawe!
dinya xamoşe
werzêkî zerde
ew gułey ke to be dwayda wêłî
le bosekeyda perjîn kirawe!
em řêge axo
çende řêbwarî, le pêy xistuwe?
dêwî řêgrî baxî jîn axo
çend petî mergî
bo řêbwaranî ewîn řistuwe!