dwayîn name

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  792 views
nameketim kirdewe
çaweřwan bûm wek caran
bimlawênê wişey cwan
çaweřwan bûm
şaney hengiwîn hełmijim!
destî wişey sewzî ewîn şane ka
werzî řeş û sard û şêwawî qijim!
wişey yekem
siław, bełam sard û siř
nêw’axnî name, sehoł wek şexte!
çon nemirdim? nazanim řenge řast bê
nezîley kon, dełên ’aşiq gyan sexte!
dêřî dwayî, hêłî gasnî xem bû...
gułcařî dił bû be kêłgey cudayî
biřo biřo xudat legeł bê bełam
diłî ’aşiq naske zû depřûkê
le beramber tewjimî mał’awayî!