şî’rî lasar

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  1032 views
dîwarêkyan bedewr şî’rekanma kêşa û
perjînyan kird...
ew dîwyan lê pawan kirdim...
lem dîw dîwar
tabloy jinêkyan hełwasî
wityan fermû
ewe baxî sîng û memk
ewe nazî çawî cwan û
şekirî lêw û
bałay seru û
emeş qełem!
ta etwanî
ta hêzî hestit biř eka, pêyan bêje
wişekanit
le qałbî qaç û qul û simit û kemerya dařêje!
***
şî’rêkim her le seretay serhełdanya
bizoz û şêt û lasar bû
be gij dar û berda eçû...
hełdebezî
bo ew dîwî dîwareke serî ebird
le akamda...
biřyarî da,
şûrey deskird biřûxênê...
nihênî û řazî ew dîw dîwareke bidirkênê
be qałdirmey wişekana,
her ke geyşte ser dîwar
xêra hatin, bedestubird
pêy û dest û demyan best û...
agiryan da û...
cesteyan be xołemêş kird!