babirdełe

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 3 minutes  3143 views
leber azarî jînî nalebarî
denałê bilbilî şeyda bezarî
besoz û daxewe deygut feqîrim
peřupom hełwerî, bê wade pîrim
melêkî fêrî daristan û lêř bê
qefez pîrî deka ba şûy le zêř bê
telar û sersera û koşk çi dênê
ke koyle werhemî têda hełênê
legeł kazîwe boy nefeřim çiławçił
nebînim guł, çilon aram debê dił
çi xoşe ’îşq û sermestî, çi xoşe
çi xoşe jîn beserbestî, çi xoşe
çi tałe koyletî û dîlî, çi tałe
bekem bê jînî wa piř ah û nałe
min û kuncî qefez ey dad û bêdad
emin dîlim, qelîş serbest û azad
le swê hêlanekem let let bû cergim
le tawî guł nemam, nîzîke mergim
debê çend berd le hêlanem girabê?
gułî sûrim çilon peřpeř kirabê?
debê çon fêr kirabê bał bika kil
leber pillarî dujmin bêçwe bilbil
desa ew řawkere kwêr bê le çawan
minî xiste qefez bê sûç û tawan
çi însafe emin bew dengî xoşim
esîr û dîl û zîndanî û xemoşim
bełam êsta qelî řûřeş le gułzar
beqařeqař deda gwêy xełkî azar
gutim ey bilbilî xemgînî diłmend
menałêne le des daw û le des bend
bizane to ewî ehlî huner bê
debê ya desbeser ya derbeder bê
hunermend û jyanî xoş miḧałe
hunermend řenceřoye, jînî tałe
wirînge xoşeket bo to bełaye
eto xoş xwênî ḧałit boye waye
eger netba wirînge û dengî wa xoş
berełła bûy wekû ew řûřeşe toş
minîş ey bilbilî bendî wekû tom
weha dûrim le hêlane û gułî xom
minîş wek to lekîsim çû gułî sûr
minîş hêlanekem lê kirawe xapûr
minîş babirdełey ber gêjełûkem
demêk lew qułke, tawêk lew çiłûkem
minîş zordarî pirzey lê biřîwim
minîş bedkarî bwarî lê tenîwim
minîş bêdadî şabałî şikandim
benakamî le xwênawî tilandim
minîş çunke biřêk xawen huner bûm
hemîşe řenceřo bûm, derbeder bûm
hezar gowend û sed pendim beserhat
le amêzim negirtuwe bûkî awat
hezar suřkem lebin hengił dirawe
demim gîrawe, çawim bestirawe
le amêzî germ bê beş kirawim
wekû to tûşî řojî řeş kirawim
jyanim piř le řenc û derd û daxe
ewe gîrsawmewe lew kêw û şaxe
kesêk ney pirsî, neyzanî çilonim
le yadan çûmewe, çîřoke konim
be şew jan û pejarem dêne pałê
be řoj oqrem nîye satêk le małê
bełam hawderdî azîzim heta hem
wekû to derdî dił nakem le des xem
emin pêm xoş nîye awdengî qel bim
emin pêm xoş nîye bêzrawî gel bim
heta dujmin negewzênê dexwênim
dexwênim bo gelî xom, her dexwênim