şemennefer

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 1 minutes  369 views
minî řêbwar lebîrim nîye le kengêwe serinşînî şemenneferî zemanim
bełam ewende dezanim
le kûpey jimare sêzde danîştûm
le pena ber û buxçey awatekanim
ew gułaney to datmê be yadgar
êsta hemû hełwerîwin, geła geła le destî min kewtûne xwar
gişt kûpekan guł û ewînyan têdaye
bełam kûpey min bonî guł û ewînî lê naye
şemennefer ne eweye bimgeyenê
ne eweye le wêstigeyekî giłîna leşî sardim dabezênê
xozge melî dił bisrewê
degeł bim û degeł nebim şemennefer leser min pekî nakewê
bełê gyane
ew çirkeçirkey to dełêy katejmêrî bê wiçane
le gwêy minda girmegirmî şemenneferî zemane