newbehar

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 2 minutes  428 views
newbehare şineba xoy denwênê
hewrekan têk debezênê,
ta be awî dił û çawî asman, deşt û çya dabgirê, sewze gya bênewe ber dare hułû
ser lêk biden gêwij û gêlas û qeřełû
şeşpeř û mêlaq û çinûr û swêsin û beybûn û şillêr û gezîze
hêdîkerewey derd û řuxî zerd û tebîbî diłî zamar û xefetbar û merîze
çen xoşe degeł nałey şimşałî be jeng û zengî nêryanî be zeng û nerme qaqay demî teng û bonî ne’ne û bonî ping û
kûzełey laxiř û doł û demî řûbar
têkełî dengî mel û şadî gel û qaspey xasekewî kosar
zerd û mah û řewez û řijd û telan carêkî tir wek cûte çawî be peroş dênewe ser coş û xiroş, debnewe serçawey kanî û lûzewî kelletezên û řûnî befraw
neqqaşî sirişt carêkî tir dîmenî set řeng û set ahengî cîhanî bê wefay piř le cefa dênête ber çaw
zawmak û qîjuqawî meř û berx û kar û karmamzî sawa mosîqaye,
mosîqay dîmenî seḧrayek û dunyayekî awa
lar û lencey şengebêrî û setłî dest û çawî mest û xişił û pawanî cwanî û zerdexendey lêwekanî û řeşekezyey mil û şanî û dengî şimşałî şwanî
diłî pîr dênêtewe ser dem û kat û ḧerekat û berekat û kil û ko û hestî cwanî.