be mîwanî
From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
3 minutes
652 views
çakim lebîre sałêkî
řêm kewte gewre małêkî
be mîwanî lêy mamewe
şewêkî lê gîrsamewe
mîwanêkî dîşî lêbû
emin nemdenasî kê bû
deyangut: bace kejałe
kiçî xuşkî xawen małe
kîjołêkî xwêndeware
taze hatuwe xełkî şare
katêk řwanîme kîjî law
tozêk seyrim hate ber çaw
lelay serewey xałî bû
her dûk qołî hełmałîbû
cil û bergî teng leberî
tiruskey ałqey gewherî
serî dûqaş dahênabû
dewrey biroy řahênabû
nînok dirêj û řengawî
kil deřja le goşey çawî
engustîley set giřemî
destî kird be qisey qełemî
be zar û çaw û ser û dest
dimî lêk deda wek miqest
xêra xêra qisey dekird
tope binêştî dêna û debird
mêrsî, memnûn, memnûn
eḧsen, fermûn, fermûn
xulase şitî way degut
diłmî dexsite kute kut
lew wiłatanî pêşkewtû
kîjanî jîr û serkewtû
hełdefiřn deçne fezaye
êmeş hîçman le des naye
ferhengekeman ledwaye
boye gelman ḧałî waye
nahêłn kiçan bixiwênin
’îlim û zanist wedest bênin
baweř ken ne zor û ne kem
nobem nebû qisêkî bikem
katêk mîweyan bo hênayn
řêzyan girtîn, qedryan lênayn
awřim dabowe ser şanim
zeynim dabo bace xanim
zeynim dabo qołî řûtî
cûtêk ’eynek leser lûtî
destî kirdibû be qisey pûtî
têrî nexward be dû şûtî
gutim: erê bace xanim
polî çendûmî nazanim
gutî: sîkilim wergirtuwe
emma destim hełgirtuwe
qisey tewaw nebû hêşta
pêkenînim řanewesta
eger away têgeyştim
hestam be pele řoyştim
bew kîjołe řoşenbîre
bew qutabîye aza û jîre
hîn pêkenîm le ḧesarê
firmêskim dehate xwarê
bełê dostanî dêrînim
hawałanî xwênşîrînim
zor tazelawî kiç û kuř
şox û le ’îşq û kelle piř
her ke kewtine nêw meclîsan
dest pê deken be ḧedîsan
pêyan xoşe, xo binwênin
xełk bizanê dexwênin
deykene bazařî xoyan
şîrit bo degirin be gwêyan
bełam řojî taqîkarî
dêne pařanewe û zarî
setî wek bace kejałê
bo numrey dekewne swałê
yekêk nîw numreyan datê
dena mu’eddîl nagatê
xuşk û biray xwêndewarim
tazelawî dê û şarim
ke pêt xoşe le henderan
řêzit bigirin wek serweran
bêdeng be heta detdiwênin
boxoyan we dengit dênin
be ziman meyeşêne diłê
kemî biłê û puxtî biłê
dena wek bace kejałê
nasirPen name çî çakit pê nałê