şaławî gurg

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 2 minutes  387 views
ey minałanî xoşewîst
hewałêkî xemgînim bîst
axim kêşa, esrînim řişt
goşey cergî xwênînim mişt
werin pêtan biłêm be řast
le řojhełatî nêweřast
hêndêk gurgî pence be xwên
laşexor û ser hełpisên
ber bûne gyanî mindałan
gyan û mał deben be tałan
řoj nye mergî hezar mindał
le kîjołe û le kuř û kał
nebête daẍî ser ciger
nebête nengêk bo beşer
însanxorin tînûy xwênin
bo mindałan hêrş dênin
dexon, dekujin, dexnikênin
deben, dedzin, desûtênin
sehîwnîst nêwî gurgane
tenya řengyan wek însane
ey mindałanî dił řûnak
leser sûçêkî kurey xak
kuř û kałanî felestîn
cem’î yaranî ehlî dîn
bendî û koyle û dest be serin
dîlî gurgî dagîrkerin
be dest ehlî naḧîsabî
řoj nîye nebin be qessabî
gyanbazin řizgarîderin
qełay dijî dagîrkerin
ya bebê nan û aw demirin
ya be mûşekî taw demirin
bo nîştimanî xoşewîst
řoj nîye sed nebin serbenîst
ey mindałanî hawsefer
ey azîzanî bê xeber
werin yekřa bikeyn hawar
biłêyn merg bo gurgî har
werin necatyan deyn necat
werin xebat bikeyn xebat
bêdengî ser lêw bişkênîn
şûşey ’umrî dêw bişkênîn
werin xakî dagîrkiraw
nefroşîn be zêř û diraw