beharî hełebce

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 3 minutes  364 views
demî payîze şewêkî kip û mat
dême xew dîmenî kwêstanî wiłat
çi bibînim û çi biłêm bo cwanî
cennetêk bû ke xuda deyzanî
le min wabû ke behare û zenwêr
demî xêł û koç û bêr û hawêr
le binarî lend û samřend û gede
kewtûn barubne û xeyme zede
xuřey befrawî kej û hełdêran
bonî ping û swêsin û şillêran
mend û kuřřade le bejnî pyawan
kar û berxołe le serma syawan
kotir û kewle şetawan, be hezar
hemû hatûne berewpîrî behar
pole bêrî hemû nask û nazdar
naz û qaqa têkełî lence û lar
meçek û mil piř le xiřxał û diraw
dem û gona be nexiş xał kutraw
şegel û mêgelî berpał û pesar
dengî zengî milî pêşengî qetar
bonî ne’ne û tûrî şimşałî be jeng
kurtî bibřînewe wek şarî feřeng
şořebyekim dî le dem awêkî
nîştime jêr sêberî tawêkî
ka demê řwanîme qed û endamî
le gełay dyar bû kizî û nakamî
xo beharan hemû darêk cwane
boçî ew dare dełêy bê gyane
gerçî parawe bełam her zerde
to biłêy çon û çi bê ew derde
gutim: axir şořebî cwan û lebar
mege nazanî ke çen xoşe hewar
temeşa ew hemû gyawgołe
ew hemû şenge jin û kîjołe
temeşa pol û řewey kar û pezan
temeşa xasekewî bin řewezan
boçî bew dîmene napşikiwê diłit
çîye her zerde geła û sîse gułit
şineba nerme kizêkî hatê
şořebî tałe bizêkî hatê
milî larand û gutî: řołey min
destî estênerewey tołey min
diłî to boçî esîrî nefse
mege nazanî xewn ber’ekse
nîştiman agirî kewte gyanî
boçřuk hat le diłî biryanî
bûkî bê gyane hełebcey kurdan
diłî pêkawe be dest namerdan
bûkî nazdarî meyan ḧaşa kird
her be tarawe giłyan pêda kird
ewey lêt bote hewarî diłgir
çol û wêraneyeke û hîçî tir
ew kiçaney to dełêy nazdarin
şil û mil nîn hemû tazyebarin
xişił û lerzane hemû zincîre
ke le dest û milî cwan û pîre
ew hemû xêłe ke hełyan dawe
xełkî aware û lêqewmawe
xałî gona ke eto pêt cwane
hemû cêy daẍe le girtûxane
êre kwêstan nîye, gořistane
gořistan kwa be diłî dostane
ew demey xoşe hewarî qendîl
dem be qaqa bin kejał û neşmîl
ew demey diłgir û berzin kwêstan
ke be serberzî bijî kurdistan