sozî dił

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 1 minutes  404 views
şewane ta seḧer diłim denałê
dekewme yadî to be her xeyałê
ne tom heye û ne wêneket le małê
biřo, biřo eger wefat nemawe
girîn be xom nîye, diłim şikawe
***
şewane hawdemî şemî be sozim
be ’îşqî to terem le xêł û hozim
etoy şiney ewînekey pîrozim
biřo, biřo eger le min bêzarî
ke tom nebê çi kełkê yadgarî
***
şewane řû dekem de asmanî
tika dekem le qapî mîhrebanî
be êş û ofî zamekem bizanî
diłim şika řefîqî hawłatî
be germeşînî diłmewe nehatî