qumarî gerdûn

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 1 minutes  369 views
le daristanî řojêk řadeburdim
ke dîm kotrêk le çeng bazêk denałî
lepiř dîlî heło bû bazî řawçî
řija ser laşî kotir, kilk û bałî
le dawênî keja çalakelawêk
ke bebrî pencexwênîn lêy řewîbû
legeł cûłanewe û teqey tifengêk
hełoy tîjfiř serewjêrî zewî bû
qumarî qursî gerdûnî cefakar
gelê eskenderî kêşaye zincîr
demêk nêçîr dedate destî řawçî
demêk řawçî behêz dekirên be nêçîr
le bîrit bê be nisḧet, lawî sakar
be çalakî ’umir ke, nek be sistî
tirawîlkey jyan her serdemêke
be serberzî bijî, dûr be le pestî