payîzî mehabad
From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
2 minutes
831 views
hestî pêy besamî payîz dête gwê le sewzezaran
demî şînî bulbulane û ser û řû řinînî daran
ew beharî şox û řazawe nemawe şwênewarî
tep û tozî lê berz bû guł û çîmenî nizaran
ew geła geşe û neşaney be seba dehatne lence
hemû êste bûne pêxustî řêbazî řêbwaran
fatîḧa dełê le baxan hewrî diłperoşî pa’îz
wekû awî çaw deřêjê leserî tinokî baran
berujêr debê le kwêstan çîẍ û tawłî dewłemendan
koçerî sehend û samrend hemû çol deken hewaran
baxewan le bûkî baxî duřřî mîwe dademałn
duřřî tû dexen denêw xakî xezêne, cutyaran
zewî zerd û tînuwe û xwênî bira le şařeganî
hewre řeş debin be saqî, deden awî dêmekaran
gerçî payîze û xezane, welî xoşin ew diłaney
ke wefa deken be qewlan û be dił deken qeraran
gelê law degen be awat û gelê deken be şayî
deseła le namradan û xenî le nazdaran
awedane ser le nwê mektebî ’îlim û şwênî zanist
qełem û kitêb bedest dênewe kořî xwêndewaran
ewe payîzêkî dîş hat û xezanî xiste gułzar
to biłey çi payîzêk bê ke biřoyn berew mezaran
were seyrî şarekey min ke xezanîşî behare
awedan bê ey mehabad, awedan hezar caran