perîy hełbest

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 1 minutes  509 views
min û hełbest dû hawałî lemêjîney wefadarîn
řefîqî řojî tengane û pejarey tałî şewgarîn
eger xem dête serwextî minî diłnaskî piř hest
pena degirim lenêw amêzî bê fêłî perîy hełbest
perî tawêk û min tawêk, dexwênîn û debarênîn
heta asoy diłêk řûnak dekeyn û şem detarênîn
eger şadî be mîwanî demêkî dête małî min
perîy hełbest be piřtaw dête yarîdey xeyałî min
heta tomar bika wêney diłî serxoş û sermestim
bibête ’îbretêk bo xwêneranî şî’ir û hełbestim
ke ḧesret zore, şadî her be degmen serdeda lêman
hemû esbabî kayeyn û jyan kaye deka pêman