medḧî nebî

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 2 minutes  523 views
sułtanî beşer, beḧrî keřem, xorî dû ’alem
mîwanî sema, dij be senem, eşřefî adem
ser hate qedemgahî derit, serwerî namî
’efum ke, emanim de emîn, her to penamî
ey xorî ḧeqîqet, mutecellî le mecazit
ey řuḧî muqeřřeb, munsî řaz û nyazit
ey hewrî humêdî tînuwan, destî feyazit
îksîrî diłî nasirPen namee, sewqatî ḧîcazit
wextî sefere û pêm nîye tuşe û ḧesenatim
yek ’umre ke bêhûde le şwên awî ḧeyatim
bew dewłete bê kełke ledes çû dem û katim
hîwam beweye bulbulekey ḧemd û senatim
katê ke beşer dest be serî nefis û hewa bû
katê ke zewî miłk û mekoy cehil û řya bû
katê ke senem serwer û awirge xuda bû
azîzê le dayk bû, çiray ’erz û sema bû
bew mewlûde pîroze beşer bextî jyawe
butxane serubin bûn û awirge kujawe
bo ademyan ḧuccetî dwayî xwêndirawe
qasîdî xuda hat û senem dewrî nemawe
bew mu’mîne mizgênî biden mat û ḧezîne
sayey be şefa’et heye ew mahcewîne
’usmanPerson û ebûbekirPerson û ’umerPerson cêgrî wîne
wa day le cîhan şoqî çiray şarî medîne