pîrî xerqepoş

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  414 views
le dûrît kewtûm bê ḧał û bêhoş
xeste û bêhêz û ẍemgîn û nexoş
peçe û egrîcet lade leser řû
kuştey destî tom, ḧeyran û medhoş
belamda eger carcar guzer key
cezbe damdegrê û bot debem kiřnoş
xuda hełnagrê zor peşêwḧałim
cudayî ta key ey yarî serxoş?
cêmawim le yar, le dost û eḧbab
xemî xom barêk, serbar xemî toş
sergird lêm bote qełatî dimdim
çaw le řêgay tom, nazdarî bonxoş
mûy sipî û pîrî û dûrewłatîm
sîneyan kirdime mencełî le coş
lelayek pîrî lêm bote dujmin
lelay tir germa û mêşule û «xemoş»
kes ser der naka le dunyay fanî
le layek şîne û, layek ’eyş û noş
biram hîç nîye de’ye û hozupoz
gwê le min bigre, ey bê hoş û goş
her kes ẍeřře bêt be małî dinya
biłê ew mał û ḧałet nebê noş
herwek pyawçakan terkî dinyake
«fatîḧîPen name» bedbext, pîrî xerqepoş!