be yadî çawî mestî

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  271 views
be dawî zułfî yarêke esîrim
heta řojî qya naçê le bîrim
xem û ẍusse û pejare û ah û nałe
le diłda deng eden wek tar û zîrim
hemû xoşî û umêdêkim le des çû
be naçarî ewêsta goşegîrim
le sayey pîrî meyxane û xerabat
zelîl û ’aciz û çemyaw û pîrim
leser serwî qedit wek bulbulî çem
çi xoşe şîwen û dad û nefîrim
be yadî çawî mestî çûme gułşen
lewê bû newnemamî diłpezîrim
gutim: ey diłberî řû mahî taban
gułî baxî beheştî bê nezîrim
bike řuḧmê be ḧałî şêt û şeydat
hetîwî ’îşqî tom gerçî feqîrim
gutî: laço le dergay setwetî min
emin sułtanî sertext û serîrim
gutim: me’lûme şahî diłberan toy
minîş bê çare û kwêr û zwîrim
le gencî ḧusnî to kem nabê qurban
be maçêkî bidey we’de û beşîrim
ser û mał û řuḧim nawê bebê to
etoy ḧorî cînan, şah û wezrîm
heta mirdin be hîway wesłî tome
mekuje «fatîḧîPen name» řencûr û pîrim