be xendey lêwekey
From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
1 minutes
448 views
le dewrî sêwî kułmî, zułfî çîn çîn
be ḧelqe û têkeławin, bûn be perjîn
nîye řêm ta tewafî xałî řûy kem
be naçarî, deřêjê dîde esrîn
temaşa ken, çi zułmêkî le min kird
des û pencey be xwênî dił xenawîn
be ẍemzey çawekey serxoş û mestim
be xendey lêwekey, damna dił û dîn
serencamî ewînî min legeł yar
dezanim, her debête girye û şîn
le bextî şûmî xom min wa dezanim
heta mawim beşim her bote nałîn
wekû mindałî sawa bimxe baweş
be dem bigirim şemamey kał û řengîn
nebat û nuqłî lêwit hełmijim têr
ke her maçê şeřabe û şekir û hengiwîn
gutî xo «fatîḧîPen name» ’eşqit legeł min
debête mes’eley ferhad û şîrîn