zulfî çîn çînî

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  363 views
ew xeramane xerîke dîn û dił yeẍma deka
bew dû çawî piř le nazî fîtneyek berpa deka
zulfî çîn çînî, legeł dû lêwî ał û çawî kał
’abîdî şêx û murîdî xaneqa şeyda deka
men’î min boçî deken ey sofîyanî bê xeber
sofî xoy amadeye, bow şoxe xoy řîswa deka
ger leser řû labda, egrîce û desmałî sûr
her wekû ’îsa be mu’cîz, ’alemê îḧya deka
marî zułfî ḧelqe ḧelqe xistepêş bo kuştinim
her wekû zuḧḧake boye karî wa bê ca deka
«fatîḧîPen name» yarit legeł to, bê wefayî xwî nwand
ew ẍezalî gułşene, key arezûy seḧra deka?!