çerxişî ew dewre kone
From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
1 minutes
510 views
ḧebsî zîndanî ewînim, cêgeme girdi’aşewanLocation
ay le derdî bê řefîqî el’eman û sed eman
tał û swêrî ew zemane, kes beqed min neymjî
pakî bo min danrawe, ’alemî dîkeş sepan
řût û qût, bê cê û menził xizmî xoşim dûre lêm
her şewey mîwanî dêyek, dûremał û bê mekan
bê kiras û berg û pêław, řût û qût, dêwaneme
řîş û ser, pakî sipî, tozawî ’eynî aşewan
’eynekî çaw û ’esay destim, dełên pîrî be min
koxe koxt zore, piştit kom buwe çeşnî kewan
hawdemêk û xemřewênêkim nîye lew şareda
mêrdekî sergirdim û bow dêye bûme pasewan
mangî mewlude be xatir seyîdî cinin û beşer
pêm ’eta key awî kewser, şîr û hengiwînî řewan
dawełî nêw bax û bêstanim be ba dêm û deřom
pîr û lawaz û nexoşim, bûme laşey bê gyan
çerxişî ew dewre kone, berz û nizmî zore zor
«fatîḧîPen name» carêkî bo toş, dête geř dewrî zeman