řêbendan û şa’îr

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 2 minutes  2377 views
řêbendan! dîsan hatyewe serman
řeqman hełênî dîsan le serman
besozey ziryan pyawî dekey siř
bekřêwe û bakut ajeł dekey qiř
řê û ban debestî be befir hemû
leber pesaran hełdenêy řinû
piřûşe û mij û keřesîseket
tep û tuman û hewa pîseket
pêyewe hezar azar û aho
koxe û hełamet, lerz û çeq û ço
ke to teşrîfî naşerîf dênî
diłî gelî kur dadexurpênî
maşîn û řêgay îsfałtî nîye
bew sard û sołe ’îlacî çîye
be heçeheçî kerê çon barî
ladêyî kurdî degate şarî?
hejar lêy debřê awirdû û zimheř
kurûjmey deka feqîr, małangeř
ser denênewe pîr û nocwan
bê peristar û bê daw û derman
bexêr nehatî mangî mij û tem
dênî bo ême gelêk derd û xem
řêbendan:
şa’îr mał şêwaw bo dij damawî
gêjî, xew’ałûy, şêtî xerfawî?
bo çî to agat le dinya nîye?
bo çî nazanî dengubas çîye?
bo bemin dełêy qisey swêr û tał
bo çî nazanî bê xeber! ew sał
ziryanim hênay bo kurd azadî
şemałim hênay bo êwe şadî
mijî min hat û mijî hejarî
řewand yekcarî le kurdewarî
bekeřesîse û piřûşe û sîxwar
awatî konî kurdim hêna xwar
le řojî minda kurd beřûsûrî
hełî bijarduwe ře’îs cemhûrî
ca ew car bawî kurdî dêtewe
asûde debê, deḧesêtewe
şa’îr:
gyanî şa’îrit dekem bequrban wa hatûy ewsał mangî řêbendan!
dek bexêrhatî qedemit pîroz
bequrbanit bê cêjnekey newroz
řojî to cêjnî gewrey kurdane
nawit dermanî jan û derdane
ewsał behare bo ême zistan
bimrê dujminî kurd û kurdistan