hîç û pûçe kirdewet

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  295 views
bo sefer amade be, têşûy dewê ew menziłe
xoşî nabînê ewey lew řêge mest û ẍafłe
namewê xoşî le dinya, bê beqaye û piř cefa
jînî dinyay pê betałe, herçî jîr û aqłe
koşk û talar û serawperdet legeł nayête goř
qurbeser xotî, be destî xałî kwa çît ḧasłe?
heste xot amade ke, bargewbiney zorit dewê
her çî deykey hîç û pûçe, kirdewet bê kakłe
gwêt le ḧeq keř kird û netbîst herçî pend û nesḧete
to biłêy poła û asin řeq bê hêndey ew diłe!
baxî cennet xoşîyekey me’lûme, xwa fermûyetî
piř le ḧorî û şîr û hengiwîn û henarî serçiłe
mirdin emrî heq te’alaye û debê her bête cê
xotî bo saz ke heta netgeywetê ew ’adłe
qîmetî ew bax û qesir û ḧoryanet pê biłêm?
serwet û małit serf ke û boy bibe pêş qafłe
lade, ey nefsî xebîs û pîs, le kirdarî bedit
bar eger leng bê le řêda, xawenî her matłe
ger ḧeyat bê «fatîḧîPen name» pîrî şew û řoj pêt dełê:
bikułe, wek menceł bicoşe, zor betîne ew kiłe.