qedî elfim

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  240 views
qedî elfim le dûrît kome wek nûn
şetî eşkim xiřoşa, bû be ceyḧûn
gułî jînim nema şewq û şefafî
liq û poy hełwerand, dewranî gerdûn
tenafî zułfî řeşmarit leser řût
hezarî wek minî kirdote mecnûn
le seyrî baxî řuxsarit nebûm têr
be kwêrî çawî eẍyar, bimke memnûn
leser sîngî xiřuxoł û temîzit
dû guher şewçiraẍ û duřřî meknûn
zirîngey pûłeke û gware û heyasey
le gwêmda deng eden wek gencî qařûn
leser sefḧey diłim cêgîre nêwit
wela naçê be ḧîle û fêł û efsûn
mije û tîrî birot herdû be cûte
le cergî ’aşiqî bêçare řaçûn
le dûrît «fatîḧîPen name» dêwane asa
wepişt xoy dawe kêw û deşt û hamûn