pêncixiştekî leser hełbestêkî «’usmanî wecaxî»

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 3 minutes  221 views
heway dinya minî fewtand, emin bo ḧałî xom çibkem?
le řêy heq bo xuda serfî nekem sa, małî xom çibkem?
le pê kewtûm, esîrim, dujminin mindałî xom çibkem?
«ewa pîr bûm eger bîrê nekem lew ḧałî xom çibkem
heta key ẍafłî ey dił, eger bo xwa neřom çibkem?»
xemî dinya ebed naxwa kesêkî merdî aza bê
tema’î małî dinya hîç nîye, her řût le ’uqba bê
ewey tirsî le dozex bê, ewet pê çak û zana bê
«ke dinya fanîye bo xoy wefaş qet bo kesê nabê
ke waye min eger îtir le dinya dest neşom çibkem?»
diłim sûta le taw koçî řefîqanim ke řabirdûn
xemî xotit hebê çawim, mełê yaranî min nûstûn
le xoşî û nî’meta şadin, eto pêt wa nebê mirdûn
«hezaran dost, birader, aşna, hatûn û řabirdûn
eger mirdin pelamarî ewa hêna lebom, çibkem»
be her layê deçim cehil û nezanî tînî hênawe
ewey hoy zîndeganîm bê, e lew dinyaye nemmawe
wekû pułî çirûk waye, ewey pêt waye ew pyawe
«le bedbextî û nezanîme, diłim bestiwe be dinyawe
le nakaw merg tûşim bê, debînim řenceřom, çibkem?»
le dinya her wekû gurgîn, meḧałe bikirê başarman
ewend qurs û girane, zeḧmete hełgirtinî barman
ke mirdîn bûyne xak û xoł, demênê taqe kirdarman
«le naw ew goře tarîke, kesê naye le hawarman
be hełmî agirî dozex, eger kira awresom, çibkem?»
le naw beḧrî gunahanda, weha ẍerqim nîye şwênim
kirasî pîs û bednawîm fiřê dem, pakî bidřênim
leber zorîy xeta û curmim, erê bo xom nexnikênim?
«be tozî dukełî ’isyan, weha çiłkin û dijwênim
be awî ḧewzî kewser gunahanim neşom çibkem?»
bese dinyat bekar naye, eto bo hênde nadanî?
şew û řoj mizgewt cêt bê, eger to jîr û însanî
heta key gwê le mistî nefsî emmaret û şeytanî?
«were ta firsetêk mawe, bikeyn tobe û peşîmanî
eger lem maweyî kemda, xemêk bo xom nexom, çibkem?»
le dinya xoşe ta mawî mirîdî alî taha bî
lebo toş «fatîḧîPen name» çake legeł pyawanî xwada bî
le ḧelqey zîkir û tehlîlî kuřanî ba xeberda bî
«pena bo xwa, dirûdim bo muḧemmedPerson, al û esḧabî
ewe řêy çareye «’usmanPerson», dena bê ’uzir û hom, çibkem?»