pêncixiştekî leser hełbestêkî «seyd ’ebdulqadrî seyadet»

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 2 minutes  582 views
xeyałim waye ẍewẍayek bepa kem
le řêy gelda ser û małim fîda kem
le daxî doste bê şerit û beqakem
«be’ehdî xom emin şerit bê wefa kem
deba her bê wefa bê aşnakem»
legeł minda zeman kewtote ser qîn
deçêjê pêm cefa û giryan û nałîn
ne însafe, ne wîjdane, ne řêy dîn
«eger řojim nebû kes aşnam nîn
hemû na’aşnan kake û birakem»
pena bo kwê berim bo aw û bo nan?
wedes kê kewtuwe dostî be wîjdan
eger to lêm tewella bî bira gyan
«kesêkî dî ’ebam naxate serşan
eger tozê diřa şanî kewakem»
le řêy diłda ne ’eqiłim ma ne serwet
řeq û teq, wişk û bê hêz, dił be ezyet
peřupom hełwerî sed dax û ḧesret
«leber perwane dewrim çoł nebû qet
heta şoqêkî bû çołe çirakem»
řeqîbim hate pêş wa zû gutî pêm
egerçî kend û kospîş dêne ser řêm
bełênim dawe bo zyaret debê bêm
«nekû ew yare gerd bigrê diłî lêm
debû gyanîş û małîşî fîda kem»
leser min koye, çî derd û bełaye
le des ew doste min çî bikem xudaye?!
leser ew pêm geyî çî nařewaye
«keçî êsta ke her ew nabraye
dełê nemdîwî natnasim birakem»
wekû zîndane pêm seyran le baxa
le tawî leylî xoy fewtand le naxa
hezar xozgem be mecnun wa le şaxa
«dełêm terkî hemû kes kem le daxa
heta mecbur nebim her bêm û řa kem»
ewa pîr bûm û gendeł bûm wekû bî
şew û řoj şîwen û giryanme, netdî?
filîmî sînema bû herçî demdî
«le awî çawma ẍerqim biłêm çî
le xom xinkawtire xo naxudakem»
debê herxom xemî xomim hebê û bes
leberma bê ḧerîr û kêş û etłes
zemane, «fatîḧîPen name» neydîwe wa pes
«eger řojim nebû, řûy lêm nîye kes
«seydPerson» wek řojperiste aşnakem»