pêncixiştekî leser hełbestêkî «qanî’», «filus»

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 2 minutes  322 views
ey filus! to bo hejaran, germî çeşnî agirî
bo hetîw û bê newayan, koşk û xême û çadrî
řojî tengane û şeř û şoř, to le meydan ḧazrî
«ey filus wełła le dayk û bab û bapîr çatrî
to le dû sed xizim û xwêş û şêx û destigir çatrî»
ḧazrî fermanî ton mîr û geda û şêx, bê pełe
her leser toye le dinya bezim û hełła û gêçełe
karî kurdanîş leber to natewawe û pûçełe
«hey be qurbanî ziřet bim řojî sewda û mamełe
to le tîr û xencer û biřno gelê azatrî»
seyrî de’ye û poz û haşey, em bizey pûre gułêm
wa le daxanî desûtêm ’eynî polûy ser kiłêm
dûr le qewm û dost û yarim, bulbulî popey çiłêm
«wa bizanim bê edeb nabim, eger emřo biłêm
to le luqman û erestû ’alîm û zanatrî»
pyawî zana em zemane birsîye û qet nabê têr
çunke her nadane xawen pareye û bê xêr û bêr
feylesuf dûreperêze, gel firoş bo pare kwêr
«min be çawî xom debînim kemtyarit kirde şêr
beynî beynełła le xwace û feylesuf wiryatrî»
ew kesey dwênî ke detdî lîng diřaw û qûn diřaw
ewřo deybînî be keşxe û qondere û berg û kiław
her leber to bûne caş û nokerî abřû tikaw
«çen zebellaḧ û quřimsaẍ û teřaḧit kirde pyaw
ca kewa bû to le xwêndin çatir û bałatrî»
xawenî dînar û filse, qatîlî pyawî hejar
baxełî her kes le to xałî bê şête û bê qerar
herçî to kirdûte bo kes nayete ḧedid û jimar
«kilkî ker berz keytewe eykey be pêşengî qetar
aferîn bo to fils, bê şik le min danatrî»