pêncixiştekîy «zûdî» leser ẍezelî «sofî were danîşe»y fatîḧî

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 3 minutes  221 views
’aşiq were binwaře çi sewdaye le gułşen!
bezmî cem û keyxusrew û kîsraye le gułşen
ya nazî guł û xunçeye, berpaye le gułşen
«bulbul were ewřoke çi ẍewẍaye le gułşen
dengî çeqene û bade û sehbaye le gułşen»
bulbul le semada le semadaye be neẍmey
dênête tebesum guł û, derdênê kirasey
katêkî nesîm baxî guł û lale deka tey
«mutrîb be fîdat bim were bom lêde def û ney
her bezmî mey û şadî û hełłaye le gułşen»
wa’îz ke dełê derdî ewîn tał û betałe
pêm waye şiney baye dê, memnu’ û meḧałe
çun diłberî min ẍerqî kemał û xet û xałe
«dił koylete, şêwawî gułî ḧusin û cemałe
sûtawî ’uzar û demî leylaye le gułşen»
diłber were řuḧmêke, be firyad û girînim
bew sîneyî piř dax û diłî piř le birînim
her zarî dekem bo diłî letlet be ewînim
«qumrî sîfetim, nałeme, bêzar û ḧezînim
dił wek melî serçił, le newadaye le gułşen»
wek bûke çemen, bergî le her řengê depoşî
wek yarme xunçe, ke seḧer jałe denoşî
leb xende deka, nazî be bulbul defroşî
«’aşiq were řabwêre demê temen tawê be xoşî
her ḧorî û ẍîlmane, temaşaye le gułşen»
ew tîfle ẍezale, ke bibînê qedî berzî
dił ba wekû poła bê, denałêt û delerzî
sed ’abîdî ladawe le řê, dîmen û terzî
«sofî were danîşe eger talîbî feyzî
seru û semen û qametî ře’naye le gułşen»
ewřoke qedî berzî gułim şu’le deda, dûr
şu’ley le hemû řengî, wekû nûrî ’ela nûr
mîslêkî nîye boye be nexşîn buwe meşhûr
«diłber ke wekû tawse, geh sewze, gehê sûr
her wek gułî xoş dîmen û zîbaye le gułşen»
heste were ger came şeřabêkî denoşî
em care deçêjî be ebed lezzet û xoşî
her dîtnî gułzare deba derd û nexoşî
«guł bergî leber kird û, çemen xel’etî poşî
sed qews û quzeḧ ’aşiqî tûbaye le gułşen»
«zûdîPerson» çi ḧezîn û çi ẍerîb û çi nexoşe!
sûtawe diłî bo gułî xoy zor be peroşe
geh girye deka bo diłî, geh mat û xemoşe
«fatîḧîPen name» denałê wekû perwane le coşe
wek bulbulî bê çare û şeydaye le gułşen»