pêncixiştekî leser wergêřdirawêkî mamosta hejar

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  452 views
parem bo ça û nan û qende
pêşim naden şende û mende
şeytanin, sodre û, sehende
«dujminekem dewłemende
min hejarim karim gende»
kê tifeng û xencerî bê
wiştir û esp û kerî bê
bê ’eybe ger serserî bê
« hejar, hezar hunerî bê
kes nałê kerit be çende»
feqîr eger xawen řîş bê
be řoj û be şew le îş bê
bê pareye, ba finîş bê
«xawen diraw ba xwêřîş bê
dełên zana û merd û řende»
her hejare bor û dijwên
dewłemendîş bê qise û dwên
lelay xełk be tam û xwên
«quřeyş û cur hûmî bwên
leber destî debne bende»