kurdî nebez

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  247 views
ewendey tir derbeder bim
tûşî hezaran xeter bim
pałew sepan, kareger bim
bendî û dîl û desbeser bim
kurdêkî wame nabezim
gazînom bê eşkewt û şax
diłim piř bê le derd û dax
zîndan cêm bê lecyatî bax
hełkêşim hezar of û ax
fêre herame nabezim
le çyay kurdistan be birsî
bê řayex û lêfe û kursî
dewrem biden sed metirsî
derdî jyan, sûk û qursî
senger cêgame nabezim
be fermanî şûmî dujmin
sed carî tir bême girtin
bimdizin, bimken şwênewn
qenare û lêdan û kuştin
rêy pêşewame nabezim
bo xizmet be gel û hozim
bo mafî řeway pîrozim
têdekoşim, zor diłsozim
gurgan derdekem le kozim
le xebat dame nabezim
be fîşał û diroy dujmin
be fantom û tangî çîftin
be ḧepis û lêdan û kuştin
xebatî gel naye le bin
xawen biřwame nabezim