kiz û bêhêze çaw, nabînê ber pêm
From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
2 minutes
398 views
kiz û bêhêze çaw, nabînê ber pêm
becê mawim le dost û yar û hawřêm
berew şarî xemoşan her debê bêm
temen ço ser berew gořxaneye řêm
lenêw kořî hewałanda nema cêm
gułî jîn sîs buwe, bê tab û jakaw
zelîl û ’aciz û meḧzun û damaw
hezar ḧeyf û esef bo ’umrî fewtaw
weku dêw û dirinc xom dête berçaw
jin û mindałî xom nefret deken lêm
ne îqbałim le kardaye û ne bextim
şiřoł û bê ’emel, piçřawe řextim
xuda her toy pena bo řojî sextim
be fîřom dawe ’umrî cwan û nextim
«mi’az alilhArabic» çilon lew kare bidwêm?
şew û řoj dadenîşim taq û tenyam
řefîqim her ẍeme, bê cê û me’wam
esîrî mêşekwêrey fesłî germam
be dił awatexwazî dostî zanam
leber bê hawdemî lew dêye hełdêm
wefa bargewbiney pêçawe, derçû
wekû ’umrî cewanî zû ledes çû
le destim da guř û tînêkî hembû
řefîqan! win bû lêm dewranî pêşû
le xom nagem dełêm xwaye emin kêm?
berê law û ciḧêł bûm, çust û mezbût
ewêsta peřişkiste û pîr û fertût
bira û xizmim hemû lêm zîz û lalût
kitêbêkim, diřaw û kon û peřpût
«biḧmidalilhArabic» melay mizgewtî ladêm
becêmawim le yaranî wefadar
peř û bałim werî ẍemnak û bîmar
jyan sextim nehatîm bote serbar
hezar we’de û bełênî dabû pêm, yar
meger bimirim dena bo dîdenît dêm
be qewlî «zûdî» wek de’bay dizêwim
biřom bo kwê, quřî kam la bipêwim?
leber pîryan mekoy gałte û cinêwim
eger řastit dewê zor ser bizêwim
le qendîl bûm demêk û, êste le kwêm?
depirsî «fatîḧîPen name» çone hewałit
çilon deřwa jyanî mang û sałit?
neřuxê yařebî bext û kemałit
be çawî to, be gyanî to, be şałit
le daxî bore pyawan daxnim gwêm