bextekem swar botewe

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  328 views
çawekey mestit bebê mey meste, wişyar botewe
tîrî ’îşqit da le cergim, dił birîndar botewe
qametî berzî gułendamim wekû serwî řewan
daxekem pîrî çemandî, boye wa xwar botewe
bulbulî teb’im ẍezelxiwane le goşey gułşenêk
payze û katî xezełwer, sîse guł, lar botewe
bext û îqbałim lemêje zîz buwe, torawe lêm
sed şukir dîsan nemirdim, bextekem swar botewe
new’erûse, lêk û lûse, tenzinûse yarekem
boye dił wa meste emřo, ’îşqî serşar botewe
çend be temkîn û necîb û şox û şenge û diłřifên
seyrî ke bew pîrîyey, çon lutfî tîkirar botewe?!
hênd lemêje dûr le tome, heqte tanem lê bidey
çawekem! pêm wabû bo min, meyleket sar botewe
derdekem zor sexte çarey zeḧmete bê hawdemim
destew’ejno, taq û tenyam yarim eẍyar botewe
aqîbet, řojê debê ew mirdine bêjê selam
«fatîḧîPen name» amade be, řêgake hemwar botewe