tel’etî piř nûrî

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  378 views
kêye lem dewr û zemane, cerg û dił piř xem nebê?
tay terazûy keyf û şadî, piř le pêç û xem nebê!
teł’etî piř nûrî mang û řoj ke wextê dête der
seyre, nemdîwe ke carêkî le dewrî tem nebê
yar serî lêdam be lutif û merḧemet, «dwê» hate lam
bo deway zamî derûnim hat û sayey kem nebê
guł le baxa ’eyş û noşî lê deka û emnî ẍerîb
ẍeyrî derd û dax û ḧesret nîme xoşî, kem nebê
mey nenoşim, şerte ta mawim debê dêwane bim
kes nebû wek min lenêw agir ẍerq bê, şem nebê
kîjî řûsûrî lebarî kurdewarî şox û şeng
her ewe qewl û qerarî, derhem û berhem nebê
şerbetî destî diłaram, «fatîḧîPen name» dermane bot
awî serçeşmey ḧeyate, ger wekû zemzem nebê!