xanewêran bûm leser to

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  354 views
ey řeqîb! ba tepłî şadî lê bidem min dem be dem
asmanî bextim emřo safe bê baran û tem
ey gułî gułzarî naz û ’îşwe, ey aramî dił
ey şu’a’î řûmet û sêwî memit dermanî xem
xanewêran bûm leser to, dîn û dinyam da le des
ten ze’îf û natewanim, seringûn û xwar û xem
aw le çawimda nema, xwênawî eşkim bû be çom
laşe bê řûḧ kewtuwe, ey diłberî şîrîn qedem
ger be sed menził le to dûr bim, diłim perwanete
řaste perwane ke sûtawe peř û bałî be şem
şem’î kafûrît wederxe, sîneyî mîna mesel
sa were ey laleřû ey ahûyî «bît alḧirimArabic»
besyetî ey şox û şengî řomLocation û êranLocation û yemenLocation
boçî meẍrûrî be cwanî û dewłet û mał û ḧeşem?
to wekû guł nazk û zîba û xoşxał û xetî
bulbulî şeyda minim, nałîne karim dem be dem
zînet û ḧusin û cemałit, ’eqił û hoşî lê biřîm
’aşiqî naz û nîgate, «fatîḧîPen name» xoşxiwanî çem